Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Dr. Ismet Remezan: Zimanê Kurdî bi Şêweyekî Fermî û Akademîk dikeve Rêbazên Xwendinê
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Perwerdehî > Dr. Ismet Remezan: Zimanê Kurdî bi Şêweyekî Fermî û Akademîk dikeve Rêbazên Xwendinê

Dr. Ismet Remezan: Zimanê Kurdî bi Şêweyekî Fermî û Akademîk dikeve Rêbazên Xwendinê

Hat weşandin: 2026/02/22 7:58 PM
Hat nûkirin: 2026/02/22 7:59 PM

ŞAM – SANA

Di pêngaveke dîrokî de ku yekem car e di dîroka Sûrîyê de rû dide, Ragirê Sazîya Niştimanî ya Pêşxistina Rêbazên Xwendinê Dr. Ismet Remezan di daxuyanîyeke taybet de ji bo Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê (SANA – Beşa Kurdî), hûrgilîyên cîbicîkirina Mersûma Jimare 13 ya Serokê Sûrîyê birêz Ehmed El-Şeri’ eşkere kirin. Dr. Ismet Remezan tekez kir ku ev mersûm di dîroka Sûrîyê de xaleke werçerxanê ye ji bo pejirandina fermî ya mafên çandî, civakî û zimanî yên Kurdan.

Dr. Remezan di daxuyanîya xwe de amaje bi wê yekê kir ku mersûma birêz Serok Ehmed El-Şeri’, gaveke erênî û dîrokî ye ku ne tenê mafên Kurdan ên raderbirîna nasnameyê û beşdarîya di jîyana sîyasî de diparêze, lê belê yekîtîya niştimanî û têgihîştina di navbera hemû pêkhateyên Sûrîyê de xurt dike. Bi bawerîya wî, ev pêngav pira bawerî û aramîyê li welêt ava dike û derîyê siberojeke geştir ji bo Sûrîyê vedike.

Derbarê awayê cîbicîkirina mersûmê di qada perwerdehîyê de, Ragirê Sazîyê ji SANAyê re dîyar kir ku: “Li gorî Mersûma 13an, zimanê Kurdî dê bibe beşek ji rêbaza fermî ya welêt û dê li hemû dibistanên fermî û taybet bê xwendin. Li gorî planê, hefteyê du demjimêr ji bo dersa zimanê Kurdî hatine terxankirin û ev perwerde dê ji pola yekem heta pola dozdehem berdewam bike. Ligel waneyên teorîk, Wezîrê Perwerdehîyê biryar daye ku çalakîyên çandî û behremendîyên zimanê Kurdî di çarçoveya çalakîyên dibistanê de jî cih bigirin.”

Dr. Remezan destnîşan kir ku Sazîya Niştimanî dest bi amadekirina rêbaz û pirtûkan kiriye û ev prose li gorî standardên herî bilind ên navdewletî tê birêvebirin. Navborî da zanîn ku ew bernameyeke fêrkirinê amade dikin ku ziman bi nasname û çanda Kurdî ve girê dide û rêbaza wan li ser bingeha Çarçoveya Hevpar a Ewropî ya Zimanan (CEFR) û standardên Encumena Amerîkî ya Fêrbûna Zimanan (ACTFL) hatiye danîn: “Armanc ew e ku çar behremendîyên sereke yên wekî guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsandin bi awayekî hevseng bên pêşxistin, her wiha naveroka pirtûkan û dîzayna wan dê li gorî temenê xwendekaran balkêş û guncaw be.”

“Xwendina Kurdî dê bi Kurmancîya Latînî be”

Li ser pirsa şêwazê nivîsandinê, Dr. Remezan ji SANAyê re piştrast kir ku hînkirin dê bi giranî bi zaravayê Kurmancî û tîpên Latînî be, ji ber ku Kurmancî zaravayê herî berfireh e li Sûrîyê û Tirkîyê û tîpên Latînî ji bo fêrbûnê hêsantir in. Lê belê, wî tekez kir ku di astên pêşketî de, ew dê alfabeya Erebî jî bidin nasandin, ji ber ku beşeke girîng a wêje û çanda Kurdî ya klasîk bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin û divê xwendekar ji wê mîrasê qut nebin.

Di dawîya daxuyanîya xwe ya taybet de, Dr. Ismet Remezan mizgînîya derfetên kar da pispor û derçûyên zankoyan û ragihand ku Sazîya Niştimanî dê di demeke nêzîk de reklameke fermî ji bo damezrandina danerên rêbazên xwendinê û mamosteyên zimanê Kurdî belav bike.

Derbarê mercên wergirtinê de, Dr. Remezan eşkere kir ku derî ji bo xwedîyên bawernameya zanîngehê yan jî bi kêmanî xwedîyên bawernameya bekalorîyayê vekirî ye, lê mercê sereke ew e ku berbijêr di warê rêziman, xwendin û nivîsandina Kurdî de xwedî şîyaneke bilind bin û ji bo vê yekê jî dê di ezmûneke hûr a devkî û nivîskî re derbas bibin. Kesên ku di vê qonaxê de serkeftî bin, dê beşdarî xûleke perwerdehîyê ya pedagojîk bibin da ku şîyanên wan ên hînkirinê li gorî metodên nûjen bên pêşxistin.

Xwendina Bilind Mekanîzmaya Daxistina Encama Ezmûna Neteweyî ji bo Serlêderên “Mufadeleya” Bijîşkî Zelal Dike
Projeya (AMC): Xurtkirina Serkirdatî û Zîrekîya Destkird ji bo Xwendekarên Zanîngeha Şamê li Îtalyayê
Wezareta Perwerdeyê Mamosteyên Bakur tev li Rêveberîya Perwerdeya Helebê Dike
Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûrîyê 150 Bursên Xwendinê yên ji alîyê Macaristanê ve Hatine Pêşkêşkirin Radigihîne
Wezareta Xwendina Bilind ji bo Xwendekarên Derengmayî û yên Vegerîyane Sûrîyê Hêsankarîyên Nû Ragihandin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Dr. Ismet RemezanMersûma 13Ragirê Sazîya Niştimanî ya Pêşxistina Rêbazên XwendinêZimanê Kurdî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Ulebî: Sûrîye di Çareserîyên Dîplomatîk de Berdewam e û Dev ji Mafên Gelê Xwe Bernade

September 18, 2026

Ewlehîya Navxweyî Şaneya Berpirsyara Şehîdkirina Sê Endamên Wê ya li El-Senemeynê Digire

September 18, 2026

Wezareta Derve Mazûvanîya Maseyeke Pêşxistina Karta Niştecîkirin û Fînansekirina ‘Eqarî Dike

September 18, 2026

Ji ber Zêdebûna Hejmara Xwendekaran Zêdetirî 500 Kursîyên Xwendinê ji Dibistanên Tebqayê re Tên Dabînkirin

September 18, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?