Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ pêşwazî li şandeyeke rîspî û kesayetên parêzgeha Gundewarê Şamê kir. Parêzgarê Parêzgeha Gundewarê Şamê Amir El-Şêx jî di civînê de amade bû.
Di hevdîtinê de hejmarek mijarên xizmetguzarî û geşepêdanê hatin gotûbêjkirin ku sektorên perwerde, çandinî û veberhênanê li xwe digirin, ligel piştevanîya pîşe û pîşesazîyên xwecihî.
Her wiha, Serok El-Şeri’ plan û dîtina dewletê ji bo qonaxa jinûveavakirin û geşepêdanê nirxand, û tekezî li ser girîngîya têkilîdanîna rasterast bi gelê Sûrîyê re û guhdarîkirina li daxwaz û pêşnîyarên wan kir.








