Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ragihand ku bûrsên xwendinê yên cuz’î, ji bo asta doktorayê li “Enstîtuya Teknolojîyê ya Hindistanê” (IIT Kharagpur) peyda dibin, ji bo demsala payîza 2026an, bi hevkarîya Rêxistina Afrîka-Asya ya Geşepêdana Gundewarî (AARDO).
Rêkarên Serlêdanê:
- Qeydkirin dê Elektronîk be û bi rêya malpera rêxistinê û malpera “Study in India” be, divê herî dereng heta 31ê Adara 2026an were pêkanîn.
- Divê hemû belge bo zimanê Îngilîzî wergerandî bin û ji alîyê Wezareta Karên Derve ve hatibin muhirkirin.
- Pêdivî ye ku xwendekar an wekîlê wî yê qanûnî serî li Rêveberîya Bûrsan a wezaretê bide û berî bidawîbûna demê daxwaza beşdarîyê pêşkêş bike.
Têbînîyin Girîng:
- Xwendekar dê ji alîyê sazîya bexişkar ve têkeve ezmûneke nivîskî û hevpeyvînekê de.
- Enstîtuya Teknolojîyê ya Hindistanê yek ji zanîngehên teknîkî yên herî navdar û kevn e li cîhanê. Armanca Rêxistina (AARDO) ji van bûrsan ew e ku geşepêdana gundewarî ya domdar pêş bixe.