Şam-SANA
Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, paşxistina ezmûnên pratîk li fakulteyên Zanîngeha Firatê ragihand, ku biryar bû piştî bêhnvedana Cejna Qurbanê bên encamdan. Her weha rûniştinên pratîk di heyama bê de ji bo demeke ku dê paşê bê dîyarkirin hatin paşxistin.
Wezîr El-Helebî îro Înê li ser rûpela xwe ya Facebookê got: “Ji ber pêşhat û şert û mercên niha yên girêdayî bilindbûna asta ava Çemê Firatê û ji bo parastina silametîya xwendekarên me û kadroyên hînkirinê, Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî biryar da ku taqîkirinên pratîk li kolejên Zanîngeha Firatê paş bixe.”
Wezîr El-Helebî axaftina xwe wiha qedand: “Planeke alternatîf ji bo qonaxa bê li ser asta fakulte û peymangehên ser bi Zanîngeha Firatê ve hatiye danîn, bi awayekî ku berdewamîya pêvajoya perwerdehîyê misoger bike û ewlehîya xwendekar û karmendan biparêze.”