Şam – SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî ligel karsazê Sûrî Welîd El-Zu’bî geşkirina sîstema perwerdehî û pizîşkîyê gotûbêj kirin. Ev yek bi rêya berfirehkirina Zanîngeha Yermûk a Taybet, nûjenkirina binesazîya wê ya dîjîtal û piştgirîkirina nexweşxaneyên zanîngehê ji bo bilindkirina asta xizmetguzarîyên tenduristîyê pêk tê.
Welîd El-Zu’bî ragihand ku wî mîlyonek dolar ji bo nûjenkirina amûrên her du nexweşxaneyên Zarokan û El-Miwasat li Şamê pêşkêş kiriye. Her wiha planên avakirina nexweşxaneyeke hîndekarîyê û kolejên pizîşkîyê, zêdekirina dayîngehên (hadîne) zarokan, nûjenkirina beşên hawarçûnê û avakirina kamposekê li Idlibê hatin eşkerekirin.
Desteka “Mamosteyê Bijarte” hat bilindkirin da ku sala bê li şûna 200 xwendekarî, hezar xwendekarî li xwe bigire, bi armanca ku karibe mesrefên xwendinê di zanîngehên Urdinî û hîndekarîya bilind de li xwe bigire. Ev biryar di civînekê de hat girtin ku tê de alîkarên wezîr; Mihemed El-Siwêd ê karûbarên perwerdeya taybet, Xeys Wereqûzeq ê karûbarên zanistî û lêkolîna zanistî, û Ebdulhemîd El-Xalid ê karûbarên xwendekaran amade bûn, bi mebesta xurtkirina hevkarîya di navbera her du sektoran de.

