Şam-SANA
Desteya Neteweyî ya Kalîte û Bawerîyê di Wezareta Xwendina Bilind de hevpeyvînên devkî ji bo serkeftîyên di yekem ezmûna neteweyî ya yekbûyî ya dîjîtal ji bo derçûyên kolêjên dermansazîyê ji zanîngehên ne Sûrî pêk anîn, bi armanca wekhevkirina bawernameyên wan û destûrdayîna wan ji bo karkirinê di hundirê welat de.
Serokê desteyê Dr. “Omer Hemade” dîyar kir ku rêjeya serkeftinê di ezmûna nivîskî de gihîşt 41% ji nav 420 derçûyan, û destnîşan kir ku hevpeyvîn bi armanca nirxandina asta zanistî û pîşeyî û şîyana derçûyan li ser sepandina pratîkî ne, her weha ragihand ku ezmûneke din jî ji bo hevpeyvînên devkî di serê meha Hezîrana bê de dê were lidarxistin ji bo dayîna derfeteke zêde bo kesên ku ezmûn derbas nekirine.

Ji alîyê xwe ve, endamê komîta ezmûnan a derçûyên kolêjên dermansazîyê yên ne-Sûrî Mihemed Îsam Hesen Axa tekez kir ku ezmûnan asta agahîyên bingehîn di warê dermansazîyê û asoyên wê li xwe digire, di heman demê de xwendekarên beşdar razîbûna xwe li hemberî veguherîna dîjîtal di ezmûnên nivîskî de nîşan dan, ya ku leza derketina encaman û zelalîya di kar de misoger kir.









