Şam – SANA
Wezîrê Perwerde û Hîndekarîyê Mihemed Ebdulrehman Tirko, tekez kir ku hemû amadekarîyên dawî ji bo destpêkirina ezmûnên xwendina (bingehîn û amadehîyê) û amadeyîya giştî di demên wan ên dîyarkirî de temam bûne, da ku birêveçûna wan bi duristî û zelalî li gorî pîvanên pejirandî were misogerkirin.
Wezîr Tirko amadebaşîya navendan ji bo pêşwazîkirina nêzîkî 830 hezar xwendekarên kur û keç li ser asta Sûrîyê ragihand. Her wiha tekezî li ser sirîyeta pirsan û zêdekirina hejmara navendan kir ji bo hêsankirina gihîştina xwendekaran piştî zêdebûna hejmara wan a ji ber tomarkirina elektronîk.
Ezmûnên bingehîn û amadehîya şer′î roja Pêncşemê 4ê Hezîrana bê dest pê dikin, di demekê de ku ezmûnên amadehîyê bi her du beşên wê (zanistî û wêjeyî) û beşên şer′î û pîşeyî roja Şemîyê 6ê Hezîranê dest pê dikin. Ev di çarçoveya plana wezaretê de tê ji bo temamkirina ezmûnan bi şîyaneke bilind û vegirtina hemû xwendekaran.