Şam-SANA
Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Bernameyên Perwerdeyê li Wezareta Perwerdeyê îro Sêşemê, bi hevkarîya hejmarek rêxistinên hevpar, rêza hînkirina zimanê Erebî bi nave “Erebî Jîyan e” li navenda xwe ya li Şamê da destpêkirin.
Armanca vê rêzê ew e ku xwendekarên “ji xerîbîyê vedigerin ku di zimanê Erebî de zehmetîyan dikşînin, ku ji dibistanê qut bûne berî ku bikevin ezmûna kategorîya B, û xwendekarên azad ên ku dixwazin bawernameyên xwe yeksan bikin” fêrî jêhatîbûnên akademîk ên bingehîn ên zimanê Erebî bibin. Her wiha piştgirîyê dide derbasbûna hêsan û berdewamîya di nav rêyên perwerdeya fermî de, û xwendekaran amade dike ku di bernameyên niştimanî û ezmûnên fermî de entegre bibin.
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko di peyva xwe di dema destpêkirinê de dîyar kir ku hejmara xwendekarên ku dê sûdê ji vê rêzê wergirin zêde ye, nexasim ên ku vedigerin Sûrîyê û di warê hînbûn û axaftina bi zimanê Erebî de rûbirûyî zehmetîyan dibin, lewra ev rêz dê ji bo wan bibe alîkarîyeke mezin. Her wiha ev rêz ji bo xwendekarên li hemû deverên Sûrîyê yên ku di warê destkeftên zimên de rastî guvaşan tên jî hatiye amadekirin.









