Vîyena-SANA
Piştî bidestxistina pileya yekem li eyaletên ku lê dijîn li Nemsayê (Awustryayê,) sê ciwanên Sûrî derbasî fînalên pêşbirka axaftinê ya pirzimanî “SAG’S MULTI” bûn. Ev pêşbirk li paytexta Nemsayê Vîyenayê bi amadekirina Sazîya Radyo û Televizyona Nemsayê (ORF) hat lidarxistin, û her sê ciwanan di nav deh beşdarên herî baş de li ser asta Awustiryayê cih girt.
Di hevrikîya dawî de li Vîyenayê, ciwanê Sûrî Xelef Delî karî pileya sêyem li ser asta Nemsayê bi dest bixe, piştî pêşkêşkirina gotarekê ku bala hemûyan kişand di nav hevrikîyekê de ku tê de elîta herî baş a axaftvanên ciwan ji eyaletên cuda cuda kom bûbûn.
Xelef Delî (17 salî), bi eslê xwe Kurdekî Sûrîyê ye ji parêzgeha Hesekê – bajarê Rimêlanê. Ew ji sala 2015an ve li Awustryayê dijî piştî ku di şeş salîya xwe de ji Sûrîyê derketibû. Ew zimanên Kurdî, Erebî û Almanî baş dizane û li dibistanê fêrî Îtalî û Îngilîzî dibe, her wiha li Akademya Bazirganî û Aborîyê dixwîne.
Her wiha di fînalê de Yezen Feran (19 salî) jî beşdar bû, ku li bajarê Vîyenayê pileya yekem bi dest xistibû bi gotara xwe ya bi sernavê “Hevgirtin di Cihêrengîyê de”. Yezen zimanên Erebî, Almanî û Îngilîzî baş dizane û niha fêrî zimanê Bosnayî dibe.
Ji hêla xwe ve, Nofa El-Ereb (18 salî), ku ji Helebê (Meskenê) ye, pileya yekem li eyaleta Tîrolê bi dest xistibû li ser mijara “Hevgirtin di jîngehên cihêreng de” bi her du zimanên Îngilîzî û Almanî.
Ev destkeft hebûna şîyanên ciwanên bi eslê xwe Sûrî di çalakîyên çandî û hizrî de li Ewropayê piştrast dike, û şîyana wan a bidestxistina encamên bilind û hevrikîya di astên herî bilind de nîşan dide.



