Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, doza xwendekar Raya El-Reyis, ku keça berpirsekî berê yê rejîma rûxandî ye, ji Desteya Navendî ya Kontrol û Çavdêrîyê re şand, ji bo standina biryara dawî, piştî ku komîteya lêkolînê ya pispor karê xwe bi dawî kir û encamên ku gihiştinê ji rayedarên peywendîdar re şandin.
Ev tedbîr, piştî wergirtina gelek gilî û gazincên ku wê xwendekarê niqaşa parastina teza xwe ya masterê li Fakulteya Bijîşkîya Diranan li Zanîngeha Şamê bi awayekî nihênî pêk anîye, hat standin, ku berîya niha jî, piştî rizgarkirinê, du caran hewl dabû ku teza xwe niqaş bike, lê ji ber fişarên xwendekaran, astengî jê re derketibûn.
Desteyê dest bi lêpirsîna derbarê hûrgulîyên mijarê û nihênî û gumanên gendelîya akademîk ên ku tê de çêbûne kiriye, da ku tedbîrên yasayî yên pêwîst li gorî prensîbên fermî bên standin.