Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind Merwan El-Helebî bi rêveberê rêxistina “ALECSO”yê Mihemed weld E’mer re, rêyên xurtkirina hevkarîyê di qadên perwerde, lêkolîna zanistî û çandê de, tevî çalakkirina beşdarîya Sûrîyê di konferansên rêxistinê de ji bo piştgirîya xebata Erebî ya hevbeş gotubêj kirin.
Hevdîtinê tekezî li ser girîngîya şirîkatîya bi dewletên Erebî re bi rêya “ALECSO”yê di qadên parastina mîratê, parastina zimanê Erebî û xurtkirina lêkolîna zanistî de kir. Her wiha pevguhertina bûrsa xwendinê hat gotubêjkirin, bi îhtîmala ku Sûrîye 100 kursîyên zanîngehê ji bo xwendekarên Ereb veqetîne.
Wezîrê Xwendina Bilind ê Sûrîyê, tekezî li ser xurtkirina şirîkatîya bi rêxistina “ALECSO”yê re bi rêya nexşerêyek û komîteyeke koordînasyonê ya hevbeş kir. Planên wezaretê yên pêşerojê avakirina muzexaneyên mîratê bi hevkarîya peymangehên pispor, û avakirina zanîngehên teknolojîk li bajarên pîşesazîyê di nav de ne, bi giranîdayîna ser rakêşana ezmûnên derve ji bo pêşxistina şîyanên akademîk û lêkolînî.
“Weld E’mer” erkên rêxistina “ALECSO”yê yên zanistî û çandî pêşkêş kirin, û pesnê hewildanên Sûrîyê di parastina mîrat û zimanê Erebî de da. Her wiha tekezî li ser girîngîya pevguhertina çandî ya Erebî, amadekarîya peymanên lêkolînî yên hevbeş bi wezaretê re, û organîzekirina konferansên zanistî kir.
“ALECSO” rêxistineke ser bi Komkara Dewletên Erebî ye, di sala 1970yî de hatiye damezrandin û navenda wê Tinis e. Ew bi geşepêdana perwerde, çand û zanistan re mijûl dibe, û ji bo pêşxistina van qadan û koordînasyona hevbeş di navbera dewletên endam de kar dike.

