Şam – SANA
Encumena Emîndarên Zanîngeha Vîrtual li ser avakirina bernameyên taybet (Endazyarîya Bajarên Zîrek, Mastera Modelkirina Avahîyên Dîrokî) razî bû. Her wiha biryara vekirina navendeke daneyan ya cîhanî û navendeke nû ya gihîştinê (nefaz) li Reqayê da.
Encumenê xelat ji bo lêkolînên zanistî yên ku di asta cîhanî de hatine weşandin pejirandin, û biryar da ku kompîturan dîyarî zanîngehên Heleb û Himsê û dibistanên Îdlibê bike. Her wiha budceya sala 2026an hat gotûbêjkirin, û biryar hat girtin ku xwendekarên bîyanî (yên ji alîyê Wezareta Geşepêdanê ve hatine pêşnîyarkirin) di warê darayî de wekî xwendekarên Sûrî werin hesibandin.
Zanîngeha Vîrtual di mufadeleya payîza 2025an de rekoreke nû tomar kir û 26 hezar xwendekar qebûl kirin. Serokê zanîngehê Dr. Ubade El-Tamir tekez kir ku ev zanîngeheke hikûmî ye û bawernameyên wê bi temamî têne naskirin, û planên wan hene ji bo berfirehbûna li hundur û derveyî welat.





