Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko tekez kir ku ev zêdekirina bikalîte, di dîroka beşa perwerdeyê de li Sûrîyê, ji alîyê hejmara sûdwergiran û rêjeya zêdekirinê ve ya herî mezin e, û destnîşan kir ku wê zêdetirî 363 hezar kes ji kadroyên hînkirin û perwerdeyê li xwe girtine.
Tirko di daxuyanîyeke taybet de ji bo SANAyê îro Yekşemê zelal kir ku ev zêdekirin pêngaveke girîng e ji bo baştirkirina ketwara jîyanî ya mamoste û xebatkarên beşa perwerdehîyê, bi awayekî ku piştgîrîyê bide xurtkirina aramîya pîşeyî û bilindkirina kalîteya proseya perwerdehîyê û performansa pîşeyî di hundirê dibistan û zanîngehan de.
Hêsankarî ji bo xwendekaran li Dêrezorê di dema ezmûnan de
Derbarê ketwara perwerdehîyê li parêzgeha Dêrezorê, Tirko zelal kir ku wezaret bi awayekî berdewam rewşa xwendekaran li wan herêmên ku di bin bandora bilindbûna asta ava çemê Firatê de ne dişopîne, û ji bo nirxandina ketwara meydanî û girtina rêkarên guncaw kar dike da ku berdewamîya proseya perwerdehîyê misoger bibe, û hêsankarîyên pêwîst ji xwendekaran re werin pêşkêşkirin, nexasim di dema ezmûnan de.
Pêşgavî ji bo wekîl û xwedîyên girêbestan di tayînkirinên nû de
Tirko amaje pê kir ku Wezareta Perwerde û Hînkirinê bi hevahengîya ligel Wezareta Geşepêdana Kargerî ji bo temamkirina rêkarên têkildarî pêşbirk û tayînkirinên nû, tevî dayîna pêşîneyê ji bo xebatkarên wekîl û xwedîyên girêbestan, tev digere, bi awayekî ku beşdarîyê di xurtkirina aramîya kadroyên perwerdehîyê de, û dabînkirina pêdivîyên dibistanan ji tîmên mamoste û kargerî re bike.