Şam – SANA
Zankoya Vîrtûel a Sûrîyê ragihand ku hefteya bê sepaneke fermî ji bo telefonên zîrek dide destpêkirin. Ev sepan dê derfetê bide xwendekaran ku rasterast beşdarî waneyên hemwext bibin, da ku pêvajoya xwendinê bêyî hewcedarîya kompîturê hêsantir bibe. Her wiha zankoyê encamên “mufadeleya” nîvsala Payîza 2025an (F25) ji bo hemû beş û xwendina bilind weşandin.
Zankoya Vîrtûel di sala 2002an de wekî zankoyeke hikûmî ya fermî di beşên teknîkî û mirovî de hatiye avakirin, bi armanca pêşxistina hînbûna elektronîk û amadekirina çavkanîyên mirovî li ser asta navxweyî û Erebî.