Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî tekez kir ku tîmên wezaretê, ji bo lêkolînkirin û çareserkirina daxwazên hemû xwendekarên ku serî li mufadeleya xwendina bilind dane, li gorî çarçoveyên yasayî yên pesendkirî û bi awayekî ku dadperwerî û wekhevîya derfetan di navbera hemû serlêderan de misoger bike, karên xwe didomînin.
Wezîr Helebî îro Duşemê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re tekez kir ku ti alîyekî destûrdar, navbeynkar, ofîseke taybet, yan jî hesabên li ser torên civakî, nikarin bandorê li encamên mufadeleyê bikin yan jî li hember pereyan, yan jî heqdestan bi çi navî be, pêngavan bilezînin.
Wezîr Helebî hişyarî da xwendekaran ku bi alîyên wiha re danûstandinê nekin û nekevin pey îdiayên şaş û pêşnîyarên neyasayî.
Wî tekez kir ku hemû karûbarên mufadeleyê bi tenê bi rêya kanalên fermî yên pejirandî yên wezaretê tên kirin û her agahîyeke rast dê bi awayekî zelal û eşkere, tenê bi rêya platformên fermî were ragihandin.
Pêşkêşkirina serlêdanan ji bo mufadeleya xwendina bilind heta 5ê Sibata îsal bi rêya lînka elektronîk a taybet berdewam e.