Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî îro Înê, rênimayên cîbicîkirinê yên biryara hejmar (250) ragihandin ku destûrê dide xwendekaran bi awayekî mercdar ji bo mufadeleya xwendina bilind a sala xwendinê ya 2025 – 2026 serlêdanê bikin.
Li gor biryarê, divê ew xwendekarên ku di mufadeleyê de tên wergirtin, di nava mehekê de ji roja derketina encamên mufadeleyê, belgeya testa ziman a pêwîst ji bo qeydkirina masterê pêşkêş bikin
Wezaretê di daxuyanîya xwe de, ku kopîyek jê gihîştiye SANAyê, eşkere kir ku encamên vê mufadeleyê dê dawî bin.
Her wiha wezaretê da zanîn ku eger xwendekar di nav daxwazên xwe yên mastera akademîk de hat wergirtin û testa zimên derbas nekir, dê wergirtina wî bê betalkirin û daxwazên wî paşê nayên guhertin, lê mafê wî yê serlêdana ji bo mufadeleya bê parastî dimîne.
Hûn dikarin bi rêya vê lînkê li rênimayan binêrin: