Şam – SANA
Wezareta Perwerdeyê ezmûnên nîvsala duyem ên qûnaxa veguhêz (2025-2026) di navbera 12 û 21ê Gulana bê de dîyar kirin.
Ev giştîname xwe dispêre daxuyanîya wezaretê ya taybet bi “Plana Perwerdeyê ya Awarte” (2025-2026), ku tê de salnameya xwendinê, dewama îdarî û dabeşkirina waneyan hatine dîyarkirin.
Wezareta Perwerdeyê tekez dike ku ew giringîyeke mezin dide rêkxistina demên ezmûnan ji bo misogerkirina birêkûpêkîyê, arambûna sala xwendinê û peydakirina jîngeheke guncaw ji bo ezmûnan ku dadperwerî û wekhevîya derfetan ji bo hemû xwendekaran dabîn bike.