Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkarîyê rênimayên xwe yên cîbicîkirinê ji bo sepandina hukmên Mersûma hejmar 13 a sala 2026an derxistin. Ev mersûm tekez dike ku welatîyên Kurd ên Sûrî beşekî resen ji gelê Sûrîyê ne, û nasnameya wan a çandî û zimên pêkhateyeke bingehîn e ji nasnameya niştimanî ya Sûrî ya piralî û hevgirtî.
Ev rênimayî li gorî armanca zagonsaz a mersûma ku Serok Ehmed El-Şeri’ di 16ê vê mehê de derxistibû hatin amadekirin. Armanca mersûmê parastina mafên çandî û zimên e, û xurtkirina cihêrengîya çandî di çarçoveya yekîtîya niştimanî de ye.
Komara Erebî ya Sûriyê
Wezareta Perwerde û Hînkarîyê
Nivîsgeha Wezîr
Biryara Hejmar /943/
Wezîrê Perwerde û Hînkarîyê,
Li ser bingeha hukmên Mersûma hejmar /13/ a sala 2026an.
Û li ser bingeha hukmên Qanûna hejmar /31/ a sala 2024an.
Ji ber armanca zagonsaz a Mersûmê, ku armanc jê parastina mafên çandî û zimên e, û xurtkirina cihêrengîya çandî wekî yek ji bingehên yekîtîya niştimanî û nasnameya şaristanî ya Sûrîyê.
Bi armanca danîna mekanîzmayên cîbicîkirinê yên ji bo sepandina hukmên Mersûmê di sektora perwerdeyê de, bi rengekî ku lihevhatina bi polîtîkayên perwerdeyê yên giştî, prensîba wekhevîya derfetan û birêveçûna baş a pêvajoya hînkarîyê misoger bike.
Madeya /1/:
Ev biryar hat dayîn:
Rêbernameyên cîbicîkirinê yên taybet bi Wezareta Perwerde û Hînkarîyê, yên têkildarî sepandina hukmên Mersûma hejmar /13/ a sala 2026an, li gorî van xalên jêrîn têne pejirandin:
Yekem: Têkildarî Bernameyên Perwerdeyê (Rêbazên Xwendinê)
Madeya /2/:
Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Bernameyên Perwerdeyê tê erkdarkirin ku bernameyên perwerdeyê yên taybet bi waneya Zimanê Kurdî ji bo hemû qonaxên xwendinê amade bike, li gorî bingehên zanistî û perwerdeyî yên pejirandî û bi awayekî ku bi Çarçoveya Niştimanî ya Bernameyan re li hev bike. Divê ev kar di heyama ku şeş mehan derbas neke ji dîroka derçûna vê biryarê de pêk were, û amadekirin, pejirandin û çapkirina van bernameyan berî destpêkirina sala xwendinê ya bê were temamkirin.
Duyem: Têkildarî Kadroyên Perwerde û Hînkarçyê
Madeya /3/:
A- Rêveberîya Hînkarîyê û Rêveberîya Çavdêrîya Perwerdeyê têne erkdarkirin ku kadroyên perwerde û hînkarîyê yên pêwîst ji bo hînkirina waneya Zimanê Kurdî ji hundirê mîlakê yan ji derveyî mîlakê peyda bikin, bi rêya erkdarkirina kesên ku ev mercên jêrîn tê de hene:
- Kesên ku xwedîyê îcazeya zanîngehê (lîsans) yan bawernameya peymangeha amadekirina mamosteyan in û zimanê Kurdî baş dizanin.
- Kesên ku xwedîyê bawernameya amadeyî ya giştî (bakalorya) ne û dema pêdivî hebe zimanê Kurdî baş dizanin.
B- Ji bo piştrastkirina zanîna zimanê Kurdî, şert e ku namzed di ezmûnên nivîskî û devkî de derbas bibin, yên ku ji hêla her du rêveberîyên Hînkarî û Çavdêrîya Perwerdeyê ve, bi hevahengîya Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Bernameyên Perwerdeyê û li gorî pîvanên objektîf û yekgirtî têne kirin.
Madeya /4/:
Rêveberîya Amadekirin û Perwerdekirinê li Wezaretê tê erkdarkirin ku bername û xulên amadekirin û perwerdeya pîşeyî ji bo mamosteyên waneya Zimanê Kurdî amade û cîbicî bike. Ev xul dê perwerdeyên pisporî di dema erkdarkirinê de û xulên berdewam ên bi armanca bilindkirina şîyanên perwerdeyî û pêşxistina performansa pîşeyî li xwe bigire.
Sêyem: Têkildarî Plana Xwendinê
Madeya /5/:
A- Zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî tê hesibandin, û rê tê dayîn ku di dibistanên dewletê û yên taybet de, li herêmên ku welatîyên Kurd tê de rêjeyeke berbiçav ji rûniştvanan pêk tînin, were hînkirin. Armanc jê parastina cihêrengîya çandî ye wekî beşek ji dewlemendîya şaristanî ya nasnameya niştimanî ya Sûrîyê.
B- Waneya Zimanê Kurdî ji bo xwendekarên ku dixwazin wê bixwînin, waneyeke bijarte ye.
C- Waneya Zimanê Kurdî heftane du saetan di hemû polên xwendinê de tê dayîn. Encama wê bandorê li serketin û têkçûnê (derbasbûn an manê) nake, lê pileya wê di koma giştî ya pileyên dawî de li gorî rênimayên pejirandî tê tomarkirin.
D- Ew dibistanên ku niha Zimanê Kurdî hîn dikin, di sepandina planên xwendinê yên heyî de berdewam dibin, heta ku bernameyên nû derdikevin û bi fermî têne pejirandin.
Çarem: Têkildarî Diyarkirina Dibistanan
Madeya /6/:
Rêveberên Perwerde û Hînkarîyê li parêzgehan, bi hevahengîya ligel parêzgaran, têne erkdarkirin ku pêşnîyara dîyarkirina wan dibistanên ku dê waneya Zimanê Kurdî tê de were dayîn, li herêmên ku welatîyên Kurd rêjeyeke berbiçav in, amade bikin. Ev yek li gorî pîvanên objektîf ên ku rewşa rûniştvanan û derfetên perwerdeyê yên berdest li ber çavan digire pêk tê, daku ji hêla wezaretê ve were pejirandin.
Pêncem: Têkildarî Şopandin û Cîbicîkirinê
Madeya /7/:
A- Komîteya Navendî bi serokatîya Wezîrê Perwerde û Hînkarîyê û endambûna van kesan tê avakirin:
- Cîgirên Wezîr.
- Rêveberê Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Bernameyên Perwerdeyê.
- Rêveberê Çavdêrîya Perwerdeyê.
- Rêveberê Hînkarîyê.
- Rêveberê Geşepêdana Îdarî.
- Rêveberê Plankirin û Îstatîstîkê.
B- Komîteya Navendî berpirs e ji wergirtina hemû biryar û rênimayên hûrkarî yên pêwîst ji bo danîna van rênimayan di warê cîbicîkirinê de, dabînkirina pêdivîyên lojîstîk, teknîk û mirovî, bersivdana pirsên rêveberîyên perwerde û hînkarîyê û danîna planên bersivdanê ji bo her pêdivîyeke ku di dema cîbicîkirinê de derkeve.
Madeya /8/:
Ev biryar ji alîyên peywendîdar re tê şandin daku were cîbicîkirin, û ji dîroka derçûna xwe ve dikeve warê cîbicîkirinê.
Wezîrê Perwerde û Hînkarîyê
Dr. Mihemed Ebdulrehman Tirko
TAGGED:Sûrîye, Wezareta Perwerdeyê, Zimanê Kurdî, Biryar, Mersûm 13, 2026