Şam-SANA
Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî îro ragihand ku 200 bursên xwendinê (xulên perwerdeyê) bi rêya înternetê ji alîyê Akademya Geştyarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatine pêşkêşkirin, ku 100 ji wan taybet in bi pîşesazîya geştyarîyê û çalakîyên wê.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku kopîyeke wê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku ev burs xwendekar û ciwanên ku vêga di peymangeh û zanîngehên geştyarîyê de dixwînin, tevî karkerên kerta geştyarîyê, armanc digire.
Wezaretê destnîşan kir ku xwendekarên ku dixwazin ji van burs û xulên perwerdeyê sûd wergirin, dikarin navên xwe bi rêya malpera elektronî tomar bikin. Her wisa bal kişand ser wê yekê ku dîroka dawî ya tomarkirinê 31ê Adara bê ya sala 2026an e.
Akademya Geştyarîyê ya NY platformeke perwerdeyê ya ser bi Rêxistina Geştyarîyê ya Cîhanî (UNWTO) ya ser bi NY ye, ku kar li ser xurtkirin û pêşxistina hevkarîya navdewletî di warê geştyarîyê de dike.