Şam-SANA
Wezareta Perwerdeyê ya Sûrîyê amadekarîyên xwe ragihandin ji bo destpêkirina “Sîstema Perwerdeya Dîjîtal a Neteweyî” ligel destpêkirina nîvsala duyem a xwendinê. Ev sîstem sê beşên sereke li xwe digire: Dibistana Virtual (E-dibistan), Platformên Perwerdeyê û Kanalên Youtubê.
Rêveberê Navenda Neteweyî ya Geşepêdana Bernameyên Perwerdeyê, Dr. Ismet Remezan, dîyar kir ku ev sîstem çarçoveyeke nûjen e ji bo fêrbûna domdar û amûreke stratejîk e ji bo misogerkirina berdewamîya proseya perwerdeyê û bilindkirina asta başbûna wê. Her wiha, ev sîstem gihîştina zanînê hêsantir dike û derfeta têkilîya nerm ligel naveroka perwerdeyê di her demê û li her derî peyda dike, ku ev yek dadperwerî û wekhevîya derfetan xurtir dike.
Remezan da zanîn ku ev sîstem beşdarîyê di pêşxistina ramana rexnegir, fêrbûna xweser û amadekarîya akademîk de dike. Her wiha piştgirîya xwendekaran di qonaxên ezmûnan de dike.
Destpêkirina vê sîstemê wek bersivekê ji zehmetîyên salên borî re tê, û di çarçoveya plana wezaretê de ye ji bo pêşxistina perwerdeya elektronîk da li gor pêşketinên teknolojîk be.