Taşkent-SANA.
Wezîrê Perwerdehî û Fêrkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko, tekez kir ku Sûrîye destê xwe ji tevahîya cîhanê re dirêj dike, ji ber ku ew bawer dike ku hevkarîya di zanistê de bilindtirîn şêweyên aştîyê şênber dike.
Tirko di gotara Sûrîyê de li pêşîya 43emîn Rûniştina Giştî ya Konferansa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Çand û Zanistê “UNESCO”, duh dîyar kir ku Wezareta Perwerdehîyê stratejîyeke neteweyî ya berfireh li ser sê babetên sereke ava kiriye bi armanca pêşxistina sektora perwerdehîyê.
Veberhênana di Perwerdehîyê de Stûneke Bingehîn ji bo Pêşveçûnê ye
Navborî bal kişand ser girîngîya veberhênana di perwerdehîyê de wek stûneke bingehîn ji bo pêşveçûna domdar û pesnê hevkarîya avaker bi UNESCOyê re di ware nûkirina navendên kelepûrî de da.
Karên 43emîn Rûniştina Giştî ya Konferansa UNESCO, bi beşdarîya Sûrîyê di 30ê Cotmeha borî de li bajarê Semerqend ê Ozbekistanê bi beşdarîya 194 welatan dest pê kiribû û heta 13ê vê heyvê berdewam dikin.
Ev rûniştina awarte ya Konferansa Giştî cara yekem e ku di nêzîkî çil salan de li bajarê Semerqendê û li derveyî Parîsê tê lidarxistin.