Encumena Xwendina Bilind, li gorî biryara hejmar (95) a 2025an, mekanîzmaya pejirandina dersan ji bo xwendekarên ku di Şoreşa Sûrîyeyê de dev ji xwendinê berdane, destnîşan kir.
Xwedekarên ku bi ser neketine lê salên xwe yên biserneketinê neqedandine, û xwendekarên nû yên ku dersên du werzên xwendinê di yek werzî de pêşkêş kirine, sala akademîk a 2024-2025 ji jîyana wan a zanîngehê tê hesibandin, lê dersên ku beşê wan ê pratîkî hebe, nakevin ber biryarê de.
Ev biryar di çarçoveya piştgirîya xwendekarên ku dev ji xwendinê berdane û hêsankirina vegera wan a bo perwerdeya zanîngehê tê.