Şam-SANA
Encumena Xwendina Bilind li ser vekirina çend kolej û beşan û rawestandina wergirtinê di hinek zanîngehên Sûrîyê yên hikûmî û taybet de, ji bo sala xwendinê 2025-2026 razî bû.
Li gorî biryara encumenê ku SANAyê îro nisxeyek jê wergirt, kolej û beşên ku li ser vekirina wan di zanîngehên hikûmî de ji bo sala xwendinê 2025-2026 razî bû, ev in:
A- Beşa Zimanê Tirkî di Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Helebê de
B- Beşa Derûnnasîyê di Fakulteya Perwerdehîyê li Qinêtirayê
C- Fakulteya Zanistên Tenduristîyê ya Zanîngeha Helebê
D- Fakulteya Aborî ya Duyemîn li Ezazê
D- Fakulteya Hiqûqê ya Duyemîn li Ezazê
F- Fakulteya Perwerdehîyê ya Duyemîn beşên (Mamostayê Polê – Şêwirmendîya Psîkolojîk – Perwerdehîya Taybet) li Ezazê
G- Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî ya Duyemîn beşên (Zimanê Erebî – Zimanê Îngilîzî – Dîrok – Cografya – Civaknasî) li Ezazê
Her wiha kolej û beşên ku qebûlkirina wan di zanîngehên hikûmî û taybet de ji bo sala xwendinê 2025-2026 hat rawestandin, ev in:
a- Kolejên Zanîngeha Firatê li Hesekê.
b- Kolejên Zanîngeha Humsê li Tedmurê (Zanist / Matematîk, Kîmya, Pîşesazîyên Kîmyewî / Perwerde /Mamostayê Polê/)
c- Dibistana Hemşîretîyê ya Zanîngeha Laziqîyê
d- Fakulteya Têkilîyên Navdewletî û Dîplomasîyê ya Zanîngeha Şamê ya Taybet
e- Fakulteya Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha Şamê ya Taybet / Heleb-Ezaz
f- Fakulteya Afaqê ya Elektronî ya Zanîngeha Bilad El-Şam ji bo Zanistên Şerîetê
g- Fakulteya Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha Başakşehirê ya Taybet
h- Fakulteya Ragihandin û Peywendîyê ya Zanîngeha El-Riwad ya Taybet a Zanist û Teknolojîyê
i- Enstîtuya Teknîkî ya Rojnamegerî û Ragihandinê ya Başakşehirê ya Taybet
Bi heman awayî, encumenê di biryara xwe de li ser damezrandin û vekirina beşa Zimanê Tirkî di Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Şamê de, ji destpêka sala xwendinê 2025-2026 ve razî bû, û li ser vekirina beşa Perwerdehîya Taybet di Fakulteya Perwerdehîyê ya li şaxa Siwêdayê de razî nebû.