Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî destûr da xwendekarên nû yên ku li fakulteyên zanîngehên dewletê yên Sûrîyê ji bo sala xwendinê 2025-2026 hatine qebûlkirin û xwedî bawernameyên lîseyê yên ne-Sûrî ne, ku bi awayekî mercdar ji bo dema 6 mehan ji dîroka tomarkirina xwendekar li zanîngehê werin tomarkirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku nusxeyeke wê îro gihîşt SANAyê dîyar kir ku ev rêkar di rewşa kêmûkasîya hinek belgeyên pêwîst ji bo tomarkirinê, yan jî di rewşa nepejirandina (tesdîqnekirina) fermî ya belgeyên ne-Sûrî de tê wergirtin.
Armanca vê rêkarê hêsankirina tevlîbûna xwendekarên xwedî bawernameyên amadeyî yên ne-Sûrî ye bo zanîngehên dewletê yên Sûrîyê. Wezaret hewl dide jîngeheke perwerdeyê ya nerm û dadperwer peyda bike ku derfetê bide hemû xwendekaran, çi ji hundirê Sûrîyê bin çi ji derve, da ku xwendina xwe bêyî derengketin berdewam bikin.