Di gaveke girîng de ber bi dijîtalkirina perwerdeyê ve, Wezareta Perwerde û Hîndarîyê ya Sûrîyê, dest bi weşandina “Pirtûka Kartêker” ya dijîtal kir, ku xwendekarên li Sûrî û derveyî wê jî karin xwe bi xwe hîn bikin û rasterast tev li naveroka wê bibin.
Ev pirtûk, li ser internetê ji bo her zarokekî li dinyayê, bedrest e. Armanca wê jî tevrakirina şîyanên bîrbirina bilind û xurtkirina serbixwetî û bawerîya bi nefsê ye. Ji bilî wê jî, wekî piştgirîyeke mezin bo mamosteyan jî tê dîtin.
Wezîrê Perwerdeyê, Dr. Mihemed Ebdulrehman Tirko, got ku: “Ev proje mafê zarokê yê bidestxitina perwerdeyeke cîyawaz û bedrest diparêze.
Ev pirtûk bi rengekî fermî di taqîgeheke 3D de li Şamê bi beşdarîya hindek wezîr û berpirsyaran hat weşandin û wek gava pêşîn di veguherîa dîjîtal de tê hesêbê.