Şam-SANA
Wezareta Perwerdehîyê îro rênimayên qeydkirin û qebûlkirinê li pola 10an bo hemî dibistanên giştî, pîşeyî û taybet weşandin. Ev rênima ji bo derçûyên pola 9ê yên giştî û şer’î yên sala 2025an in.
Wezaretê daxuyanîyek belav kir ku nusxeyek jê ji hêla SANAyê ve hat wergirtin, tê de dibêje: Derîyê serlêdanê bo qeydkirinê roja yekşemê, 14ê Îlonê tê vekirin, û heta talîya dewamê ji roja Sêşemê, 30ê Îlonê, 2025an berdewam dike.
Her weha wezaretê dîyar kir ku dewama fermî ya pola 10an (giştî û pîşeyî), roja yekşemê, 5ê Cotmeha 2025an dest pê dike.
Li alîyê din jî, wezaretê da xuyakirin ku rênimayên qeydkirinê li ser rûpelên wê yên fermî yên medyaya civakî (Telegram û Facebook)ê tên dîtin.