Şam – SANA
Îro Duşemê, Wezareta Darayî, Banka Navendî ya Sûrîyê û Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê, li Şamê 3 rûniştinên maseya gilover ligel şandeyeke aborî ya Amerîkî li dar xistin; bi mebesta gotûbêjkirina rêyên bihêzkirina hevkarîyê û vekirina asoyên nû ji bo hevgirtin û veberhênanan di sektorên cuda de.
Lêgerîna li derfetên veberhênanê
Seroka Beşa Hevkarîya Amerîkî li Rêveberîya Hevkarîya Navneteweyî ya ser bi Wezareta Derve û Koçberan, Melek El-Umerî, di daxuyanîyekê de ji rojnamevanan re dîyar kir ku rêveberîya wan di van rûniştinên dualî de amade bûye û di heyama borî de ji bo vê çalakîyê hevahengî di navbera şirketên Amerîkî û sazîyên hikûmetê de kiriye.
El-Umerî da zanîn ku armanca sereke ya van hevdîtinan lêgerîna li derfetên veberhênanê, nirxandina rewşa giştî û avakirina jîngeheke pêbawerîyê di navbera hikûmeta Sûrîyê û şirketên Amerîkî de ye.
Afirandina mercên yasayî yên handana veberhênanê
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê destnîşan kir ku gengeşe li ser şirovekirina sîyaseta bacê û ya darayî bûn, her wiha li ser wê yekê ka wezaret çawa bi her veberhêner, sektora giştî û ya taybet re wekî hevkarekî dixebite da ku beşdarî avakirina nû ya welat bibin û deynin ser rêya başbûnê.
Bernîyê dupat kir ku Sûrîye dixwaze mercên guncaw ji bo handana şirketan li ser veberhênana li welêt biafirîne.

Girîngîdana bi bazara Sûrîyê û derfetên alîyê Amerîkî
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Sefwet Reslan jî da xuyakirin ku hebûna hejmarek karsazên bankê û şirketên bazirganî û pîşesazî di nav şandeya Amerîkî de, belgeya girîngîpêdana wan bi bazara Sûrîyê û hebûna derfetên mezin e ji bo alîyê Amerîkî.

Bihêzkirina veberhênerên bîyanî
Cîgirê Rêveberê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Muaz Heqî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê da zanîn ku armanca civîna desteyê ligel şandeya Amerîkî, nasandina xizmetguzarîyên desteyê ye û nîşandana wê yekê ye ka çawa derîyê Sûrîye ji hemû welatan re vekirî ye, rola veberhênanê bilind dike û piştgirîya veberhênerên bîyanî dike.








