Şam-SANA
Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Sûrî ya Petrolê Yûsif Qeblawî, tevî Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fransayê li Şamê Jean-Baptiste Faivre, rêyên xurtkirina beşdarîya şirketên Fransî û Ewropî di veberhênana sektorên neft û gazê de gotûbêj kirin.
Şirketê îro Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku di hevdîtinê de derfetên veberhênanê yên berdest û mekanîzmayên balkişandina şirketên ku dixwazin derbasî bazara Sûrîyê bibin hatin nirxandin, da ku piştgirîya pêşxistina vê sektorê were kirin û asoyên hevkarîyê di qonaxa bê de bên xurtkirin.

Ev hevdîtin di çarçoveya hewldanên Şirketa Sûrîyê ya Petrolê de tê ji bo xurtkirina hevkarîya navneteweyî bi şirketên pispor re, balkişandina veberhênanan û piştgirîkirina planên berfirehbûn, hilberîn û pêşxistina sektora petrol û gazê.
