Şam – SANA
Komîteya Herdemî ya Dîyarkirina Bihayên Madeyên Petrolê û Samanên Madenî duh Şemîyê lîsteyeke nû û demkî ya bihayên berhemên petrolê belav kir.
Komîteyê di lîsteya xwe de ji roja Yekşemê 13ê Îlonê, demjimêr 12:00ê nîvê şevê pê ve bihayên berhemên petrolê bi vî awayî dîyar kirin:
Benzîn 95: 195 L.S
Benzîn 90: 185 L.S
Mazot: 175 L.S
Xaza malan: 1600 L.S
Xaza pîşesazîyê: 2560 L.S
Fîyûl / ton: 52,800 L.S
Zifta Mc / ton: 88,200 L.S
Bîtûmîna asfaltê 60/70 / ton: 59,440 L.S
Kerosîna balafiran / galon: 4.770 $
Komîte erkê şopandin û nirxandina bihayên madeyên petrolê û samanên madenî digire ser xwe li gorî pêşketin û pîvanên navxweyî û navneteweyî; wekî bihayên cîhanî, lêçûn, nirxê kirîn û firotina lîreya Sûrî, mekanîzmayên piştevanîyê û nîşanên din ên têkildar.
Her wiha kar dike ji bo danîna rêgez û pîvanên pêwîst da ku bihayên wan bi awayekî dewreyî bên dîyarkirin û rojanekirin.