Şam-SANA
Îro Duşemê li Şamê, civînên wezîran ên ku ji alîyê her du rêveberîyên Hevkarîya Navneteweyî û Karûbarên Amerîkî li Wezareta Derve û Koçberan ve tên lidarxistin, ligel şandeya aborî ya Amerîkî ya ku serdana Sûrîyê dike, dest pê kir.
Ji bo gotûbêjkirina derfetên veberhênanê û xurtkirina hevbeşîyên aborî yên di navbera her du alîyan de, ev civîn dê rojê tevî berdewam bikin.
Rêveberê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Ehmed Rewad Remezan, di destpêka civînan de dîyar kir ku Sûrîye îro bi dîtineke zelal û vekirîtir û hevgirtîtir ligel pergala aborî ya navneteweyî derbasî qonaxeke nû ya aborî dibe, her wisa hêvîya xwe ku şirketên Amerîkî bibin parçeyekî çalak ji vê dîtinê, anî zimên.
Remezan destnîşan kir ku Desteya Veberhênanê li ser pêşxistina pergalê û amûrên wê, modelên hevbeşîyê, handeran û bilindkirina karîgerîya danûstandina ligel veberhêneran dixebite; piştrast jî kir ku Sûrîye îro ne tenê warê derfetan e, belkî kargeha wan e.
Remezan bal kişand ser wê yekê ku ev serdan ne tenê firsendek e ji bo naskirina Sûrîyê, lê di heman demê de firsendek e ji bo vedîtina bazareke ku di stratejîyên şirketên mezin ên cîhanê de bûye cihekî girîng.



