Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri` tekez kir ku Sûrîye di du salên borî de hewl daye hemû astengîyên li pêşberî jinûveavakirina welat rake û atmosfereke guncaw ji bo veberhênana kompanyên mezin amade bike.
Serok El-Şeri` dîyar kir ku Sûrîye qonaxa naskirin û pevguherîna bawerîyê li pey xwe hiştiye û êdî dema guncaw e ji bo destpêkirina karê pratîkî.
Ev daxuyanî di dema civîneke “maseya gilover” de hat ku duh Pêncşemê li Koşka Gel a Şamê bi serokatîya Serok Ehmed El-Şeri` û bi amadebûna Birîkara Dewletê li Wezareta Hevkarîya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê Niels Annen, tevî çend serok û rêveberên kompanyên Almanî û endamên Encumena Kar a Sûrî-Almanî birêve çû.
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr, Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Sefwet Reslan û çend berpirsên din di civînê de amade bûn.
Serok El-Şeri` bal kişand ser wê yekê ku şandeya Almanî yek ji şandeyên pêşîn bû ku serdana Şamê kir, û destnîşan kir ku gelek xalên ku di wan hevdîtinan de hatibûn gengeşekirin, niha veguherîne pêngavên berbiçav û rastîyên li ser erdê.
Serok eşkere kir ku Sûrîyê di du salên borî de giranî daye ser nirxandina rewşê, destnîşankirina zehmetîyan û amadekirina planên çareserîyê; hevdem ligel rakirina astengîyên li pêşîya jinûveavakirina Sûrîyê nemaze rakirina cezayan, girêdana Sûrîyê bi pergala navneteweyî re û dabînkirina jîngeheke guncaw ji bo karê şirketên mezin in.

Wî destnîşan kir ku di gelek sektorên Sûrîyê de derfetên berfireh hene û got: “Me qonaxa naskirin û peydakirina bawerîyê derbas kir; niha wextê guncaw e ku em dest bi kar bikin.” Wî her wiha anî ziman ku pêvajoya jinûveavakirina welat fersendeke girîng e û divê kompanyên Almanî ji bo berjewendîya xwe sûdê jê wergirin.
Serok Ehmed El-Şeri` da zanîn ku aborîya welatan di qonaxên geşebûn û serkeftinê re derbas dibe berî ku rêjeyên geşepêdanê bi cih bibin, lewma qonaxa niha ya Sûrîyê derfeteke zêrîn e ji bo veberhênanê, bi taybetî ji bo kompanyên Almanî yên xwedî ezmûn û şîyanên mezin. Wî hişyarî da ku pêkan e ev derfet di paşerojê de bi vê hêzê peyda nebin.
Serok El-Şeri` amaje bi wê yekê kir ku girîngîya Sûrîyê êdî ne tenê ji bo Sûrîyan e, belkî tevahîya cîhanê bi rêya axa Sûrîyê li penagehên ewle digere. Wî tekez kir ku çalakkirina amûrên piştgirî û alîkarîya Sûrîyê dê pêvajoya hilberîn û başbûna aborî li welêt leztir bike.
Hevparîya ku sînorên sîyasî derbas dike
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî dîyar kir ku amadebûna aborî ya bihêz a Almanyayê îro roj li Sûrîyê, nîşana hebûna derfeteke mezin e ji bo pêşxistina pêwendîyên her du welatan di hemû waran de.

Vegera sazîyên hevkarîyê yên Almanî
Serokê şandeya Almanî piştrast kir ku vegera çalakîyên dezgehên hevkarîyê yên Almanyayê bo Sûrîyê, pêngaveke pratîkî ye di rêya geşepêdana têkilîyan de. Wî amaje bi vekirina “Mala Almanî” li Şamê û destpêkirina xebatên Ajansa Hevkarîya Navneteweyî ya Almanyayê (GIZ) û Banka Geşepêdanê ya Almanyayê (KfW) kir, piştî ku xebatên wan 14 salan hatibûn rawestandin.

Serokê Şandeya Almanî li dawîyê jî eşkere kir ku ev pêngav encama cîbicîkirina lihevkirinên di serdana Serok Ehmed El-Şeri` ya bo Berlînê de ne, û wekî pabendbûneke kirdarî ji bo xurtkirina hevkarîya Sûrî-Almanî di qonaxa bê de têne hesibandin.




