Şam-SANA
Bihayê grama zêrê eyar 21 li bazara xwecihî, li gor bihayê wî yê ku duh Yekşemê hatibû tomarkirin, bi qasî 50 lîreyên Sûrî erzantir bûye.
Li gorî belavoka ku îro Duşemê ji alîyê Desteya Giştî ya Birêvebirina Metalên Nirxbilind ve hatiye belavkirin, bihayê grama zêrê eyar 21 di dema frotinê de bûye 16.150 lîreyên Sûrî û ji bo kirînê, bûye 15.850 lîre.
Grama zêrê eyar 18 jî di dema frotinê de 13.850 lîreyên Sûrî, û ji bo kirînê 13.550 lîre tomar kiriye.
Bihayê onseya zêr di bazara cîhanî de gihîştiye 4.435 dolaran.