Şam-SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal l-Şe`ar ligel Wezîrê Bazirganîyê yê Tirkîyê Omer Polat û şandeya pê re îro Çarşemê li Şamê, rêyên xurtkirina hevkarîyê di sektorên aborî û pîşesazî de, zêdekirina qebareya pevguherîna bazirganî, hêsankirina tevgera veberhênanan û piştgirîkirina sektora taybet gotûbêj kirin.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê li ser kanala xwe ya Telegramê îro ragihand ku her du alîyan mekanîzmayên rakirina astengên li ber tevgera bazirganîyê, pêşxistina hevkarîyê di warên pîşesazî û hinardekirinê de û amadekirina jîngeheke karsazîyê ya ku bêtir bala veberhênanan bikişîne gengeşe kirin.
Her wiha tekezî li ser girîngîya berdewamîya hevahengîyê di navbera sazîyên aborî yên her du welatan de hate kirin, ligel handana avakirina projeyên hevpar yên ku beşdarîyê di geşkirina berhemhatinê û afirandina derfetên nû yên kar de dikin.
El-Şe`ar dupat kir ku serdana wezîrê bazirganîyê yê Tirkîyê pêngaveke girîng e ber bi xurtkirina hevkarîya aborî ya navbera Sûrîye û Tirkîyê, û nîşana îradeya hevbeş e ji bo bilindkirina asta pêwendîyên aborî û vekirina asoyên nû ji bo hevparî û veberhênanê, bi awayekî ku li gorî daxwazên qonaxa bê be û xizmeta berjewendîyên hevbeş ên her du welatan bike.