Şam-SANA
Îro Çarşemê, bi hevkarîya Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ya Sûrîyê, Wezareta Bazirganîyê ya Tirkîyê, Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê yên Sûrîyê û Encumena Hinardekarên Tirkîyê, li Şama paytext di otêla Heft Dergehan de, çalakîyên “Foruma Karsazên Sûrî-Tirkî” dest pê kir.
Peyamnêrê SANAyê ragihand ku şandeya Tirkîyê ji nûnerên 40 kompanyên sektorên cuda yên pîşesazî û bazirganîyê pêk tê; şande bi serokatîya Wezîrê Bazirganîyê Omer Polat û Serokê Encumena Hinardekaran Mistefa Gultepe beşdarî forumê dibe.
Serokê Encumena Hinardekarên Tirkîyê Mistefa Gultepe tekez kir ku welatê wî tenê wekî bazarekê li Sûrîyê nanêre, lê belê wê wekî pireke bazirganî ya stratejîk a ber bi Kendavê ve dibîne.
Gultepe dîyar kir ku ji bo avakirina navçeyên pîşesazî yên hevpişk li ser sînorên her du welatan û vekirina şaxên bankên Tirkî li Sûrîyê gotûbêj tên kirin.
Her wiha wî bang kir ku rêkarên gumrikê werin bilezkirin û tranzît û tevgera barên parçekirî di navbera her du welatan de werin hêsankirin.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê yên Sûrîyê Ela El-Elî bal kişand ser cîrantî, pêwendîyên dîrokî û biratîyê yên ku Sûrîye û Tirkîyê bi hev ve girê didin.
El-Elî destnîşan kir ku nêzîkbûna bazaran û pevguhertina ezmûnên pîşesazî û bazirganîyê, dibin bingeheke xurt bo temamkarîya aborî ya berfireh û hevkarîyên bibandortir.