Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê, îro Duşemê, dema qeydkirinê ji bo ezmûnên şehadeyên giştî yên gera sala 2026an, ji bo xwendekarên nîzamî û xwendekarên bi şêweyê xwendina azad (dirase hura), heta roja Pêncşemê 2-4-2026an dirêj kir. Ev biryar ji bo wê yekê ye ku tu xwendekar ji mafê qeydkirinê bêpar nemîne.
Wezaretê destnîşan kir ku ev talîmat ji bo parastina mafê her xwendekarekî di perwerdeyê de hatiye derxistin, û li ser bingeha prensîba dadperwerîya perwerdehîyê û wekhevîya derfetan di navbera xwendekaran de ye. Her wiha ji bo berçavgirtina mercên wan ên mirovî û perwerdehîyê ye da ku bikaribin beşdarî ezmûnên şehadeyên giştî bibin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê, di pêncê meha Adarê de jî, dema qeydkirinê ji bo ezmûnên şehadeyên giştî yên gera sala 2026an heta roja Pêncşemê 19-3-2026an dirêj kiribû.