Reqa-SANA
Beşê Gazê yê Parêzgeha Reqayê yê ser bi Kompanya Sûrî ya Belavkirina Berhemên Neftê, îro Duşemê 844 botlên gaza malan ji tomerîya 1050 botlên ku ji bo vê mehê ji parêzgehê re hatibûn veqetandin, wergirtin.
Ev pêngav di çarçoveya bernameya guhartin û çaksazîya botlên ku pêdivîya wan bi sererastkirina teknîkî heye pêk hat; piştî ku operasyonên çaksazîyê yên rêkxistî li parêzgehê nêzîkî 14 salan sekinîbûn.

Serokê Beşê Gazê li Reqayê Endezyar Îsa El-Hesen di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştrast kir ku operasyonên guhartin û nûkirinê li gorî tibabên ku Rêveberîya Operasyonên Gazê dîyar dike, bi rê ve diçin.
Navborî her wiha nîşan da ku belavkerên moletdayî li ser tibaba ji bo parêzgehê hatiye veqetandin tên agahdarkirin, piştre botl tên komkirin û li gorî dabeşkirina di navbera parêzgehan de, ji bo cihên çaksazîyê yên navendî tên şandin.

El-Hesen destnîşan kir ku botlên mayî ji tevahîya tibaba dîyarkirî hatin redkirin, ji ber ku şert û mercên teknîkî yên guhartin an çaksazîyê di wan de nebûn.
Endezyar Îsa El-Hesen zelal kir ku botlên ku dikarin bên çakkirin, li gorî pîvanên teknîkî yên pejirandî ji nû ve tên amadekirin û dikevin xizmetê.