Enqere-SANA
Li gorî rêzbenda Kovara “Engineering News-Record” (ENR) ya pispor di sektora avahîsazîyê de, 48 KompanyênTirkî ketin lîsteya 250 șirketên avakarîyê yên navneteweyî yên herî mezin li cîhanê di sala 2026an de. Bi vê yekê, Tirkîye li gorî hejmara Kompanyênku di lîsteyê de bi cih bûne, piştî Çînê, li ser asta cîhanê di rêza duyem de cih digre.
Ajansa Anadoluyê ji zarê Wezareta Bazirganîyê ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de duh Înê veguhest ku: Hejmara KompanyênTirkî di lîsteyê de ji 43yan di sala 2024an de bilind bû bo 45an di 2025an de, berî ku rekorekê tomar bike û hejmara wan bihigîje 48 Kompanyandi lîsteya sala 2026an de.
Li gorî daneyên kovara hefteyane ya Amerîkî, nirxê projeyên navneteweyî yên ku ji hêla KompanyênTirkî yên di lîsteyê de hatine cîbicîkirin, gihîşt 24.9 milyar dolarî di sala 2025an de, beramberî 20.8 milyar dolarî di sala 2024an de. KompanyênTirkî jî %4.5 ji nirxê giştî yên projeyên 250 Kompanyêndi lîsteyê de, pêk anîn.
Ji alîyê nirxê projeyên navneteweyî ve, Tirkîye du pileyan pêş ket û gihîşt rêza heftem li ser asta cîhanê; piştî Çîn, Fransa, Îspanya, Amerîka, Koreya Başûr û Îtalyayê, û ket pêşîya Japonya, Holanda û Hindistanê.
Her wiha 7 KompanyênTirkî ketin nav lîsteya 100 şirketên avakarîyêyên navneteweyî yên herî mezin, di demekê de ku 2 şirket ji wan di nav 50 şirketên herî mezin de ne.