Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê, pêşbînî kir ku geşepêdana aborîya Sûrîyê îsal bigihîje rêjeya %11.3, û pêşketina wê di salên bê de berdewam bike. Hilberîn jî di gelek sektoran de heta sala 2030an vedigere astên berî sala 2011an. Wekî din jî, piştrast kir ku di polîtîkayan de pêşengî ew e ku geşepêdana bilind bibe domdar û giştgir da ku hemû Sûrî jê behrewer bibin, ligel xurtkirina torên parastina civakî.
Wezîr Bernîyê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re eşkere kir ku dahatên budceyê di sala 2026an de nêzîkî heşt mîlyar dolarî ne, û dahatên awarte ber bi projeyên veberhênanê ve di herêmên zîyandîtî de û ji bo piştgirîkirina pêşengîya karsazîyê û şirketên nû di warê teknolojîyên nûjen de têne arastekirin. Her wiha tekezî li ser pabendbûna Wezareta Darayî bi dîsîplîna darayî, xurtkirina şefafîyet û destpakîyê, û çespandina aramîya aborî û darayî kir.
Wezîrê Darayî li dawîyê jî piştrast kir ku pergala bacê ya nû hewl dide armancên aborî yên girîng pêk bîne ji bo xizmetkirina çalakkirina aborîyê, handana sektora taybet û sivikkirina barên bacê li ser kesên xwedî dahata sînordar.