Şam-SANA
Li Koşka Tişrînê ya Şamê, memorandumeke têgihiştinê ya sêalî di warê zanistên erdê û madenê, di navbera Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê û Wezareta Enerjîyê ya Tirkîyê de hat îmzekirin.
Armanca vê memorandum ew e ku hevkarîya zanistî û teknîkî xurt bike, teknolojîyê veguhêze, şîyanên niştimanî ava bike û hevkarîyê di warê lêgerîna çavkanîyên madenî yên girîng de pêş bixe.
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr di konferanseke rojnamevanîyê de piştî îmzekirinê piştrast kir ku wezaret hewl dide hevkarîyê di avakirina hêleke nû ya veguhestina enerjîyê de xurt bike, ku dê di dawîya meha Îlona bê de bikeve xizmetê.
El-Beşîr bal kişand ser hawirdekirina 500 mîgawatên nû yên elektrîkê ji bo parêzgeha Helebê, ku dê bibe sedema aramîya enerjîyê û baştirkirina rewşa xizmetên elektrîkê li Sûrîyê.
Navborî her wiha nîşan da ku ev memoranduma têgihiştinê bingeha peymaneke nû ya hevkarîyê di warê madenê de ye.
Di çarçoveya vê peymanê de, di heyama bê de dê kargehên asîda sulfurîk û asîda fosforîk werin avakirin, her wiha rêyên hesinî ji bo veguhestin û hawirdekirina fosfatê werin nûjenkirin.