Der’a-SANA
Rêveberê Şaxê Sazîya Sûrî ya Dexlûdanê li Der’ayê, Yihya El-Bermawî, ragihand ku demsala kirîna genim ji cotkaran bi dawî hat û 127 hezar û 871 ton genim ji bo sala 2026an ji cotkaran hatin wergirtin.
El-Bermawî, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re, îro Çarşemê, dîyar kir ku proseyên kirîn û firotina berhemê bi rêya navendên sîloyên Izre’ê û sîloyên piçûk ên Newa, El-Senemên û Busra El-Şamê hatine encamdan, bi rêya detsnîşankirina dema serlêdanê li ser platforma dîjîtal, ligel dabînkirina mafên darayî bi rêya şaxên Banka Çandinîyê ya Hevkarîyê li Der’a, Izre’, Xirbet Xezale, El-Senemên û Newayê.
Di heman çarçoveyê de, El-Bermawî da zanîn ku şaxê sazîyê li Der’ayê li benda rênimayên Wezareta Çandinîyê ye, derbarê kirîna qebareyên zêde yên genim ên hîn nehatine teslîmkirin, piştî ku Yekîtîya Cotkarên Der’ayê derbarê wan de ragihandibû ku niha pêwendî ligel Wezareta Aborî û Pêşesazîyê tê kirin ji bo tomarkirina navên xwedîyên van berhemên zêde û dîyarkirina qebareya wan.