Şam-SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe`ar, îro Yekşemê, biryarek da ku tê de Encumena Karsazan a Sûrî-Çekî ji alîyê Sûrîyê ve hate pêkanîn. Ev pêngav di çarçoveya xurtkirina hevkarîya aborî di navbera her du welatan de hat avêtin.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku Amir Derkel wekî serokê encumenê, Nebîl Hebab û Ebdilwehab El-Kurdî wekî cîgirên serok hatin dîyarkirin.
Her wiha Samir Şereflî bû sekreterê giştî, Me`en Qenewatî bû rêveberê cîbicîkar û Mihemed El-Helebî jî wekî rêveberê peywendî û têkilîyên giştî hat destnîşankirin.
Di biryarê de hat piştrastkirin ku Encumena Karsazan a Sûrî-Çekî, li gorî rêziknameyên Wezareta Aborî û Pîşesazîyê, tekane alîyê fermî û pejirandî ye ji bo têkilîyên bi alîyê Çekî re.