Şam-SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şear, îro Yekşemê, biryarek derxist ku tê de Encumena Karsazî ya Sûrî-Romanî ji alîyê Sûrî ve tê pêkanîn. Ev yek di çarçoveya bihêzkirina hevkarîya aborî ya di navbera her du welatan de tê.
Li gorî biryara ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, Nûreddîn Ebdulwahid wekî serokê encumenê, Ehmed Bîtar û Îmad Qesas wek cîgirên serok, Edward Mensûr wek rêveberê kirdarî û Munîr Kurdî wek sekreter hatin dîyarkirin.
Di biryarê de hat dîyarkirin ku encumen pêbend e li gorî bendên rêziknameya bingehîn a encumenên karsazî yên hevbeş ên Sûrîyê bi welatên cîhanê re kar bike, û ev biryar ji dîroka derketina xwe ve tê sepandin.