Istenbol – SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar li Tirkîyê di nav rêza hevdîtinên ligel berpirs û sektorên darayî û pîşesazî de, rêyên xurtkirina hevkarîya aborî û berfirehkirina derfetên veberhênanê yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
El-Şe’ar ligel Nivîsgeha Veberhênanê ya Tirkîyê mijara rakêşana veberhênanên berhemdar gotûbêj kir, û bi kompanya “Renault” re li ser sazkirina otomobîlên wê bi awayekî navxweyî peyivî. Her wiha bi parêzgarê Banka Navendî ya Tirkîyê re hêsankirina pevguhertina bazirganî û rêyên peredana darayî guftûgokirin.

Şandeyeke aborî ya Sûrî bi serokatîya Wezîr El-Şe’ar gihîşt Istenbolê ji bo beşdarîya di civîna yekem a Komîteya Aborî û Bazirganî ya Hevbeş (JETCO) de, bi armanca xurtkirina hevkarîya aborî ya di navbera her du welatan de.