Şam – SANA
Banka Navendî ya Sûrîyê, ragihand ku pêvajoya kişandina pereyên kevn bi rêya nivîsgehên Sazîya Sûrî ya Berîdê yên pejirandî li hemû parêzgehan berdewam e, li gorî rêkarên ji bo rêkûpêkkirina pêvajoya kişandinê hatine pesendkirin.
Bankê di daxuyanîyekê de ku îro Yekşemê li ser kenala xwe ya Telegramê belav kir, tekez kir ku pêdivîya birêvebirina pêvajoya kişandinê bi serlêdana rasterast a avahîya Banka Navendî li Şamê tune ye, welatî dikarin berê xwe bidin nivîsgehên Sazîya Sûrî ya Berîdê yên pejirandî li parêzgehên xwe li gorî mekanîzmaya dîyarkirî.
Ji bo hêsankirina karûbarên welatîyan
Bankê dîyar kir ku ev gav ji bo hêsankirina karûbarên welatîyan û kêmkirina barê çûnûhatina wan tê; bi awayekî ku dabeşîya pêşkêşkirina xizmetguzarîyê li parêzgehên cuda cuda misoger bike û rêkarên kişandinê li gorî yasayên pejirandî temam bike.
Her wiha bankê destnîşan kir ku ew bi hevahengîya li gel Sazîya Sûrî ya Berîdê li ser zêdekirina hejmara pencereyên kişandinê û bihêzkirina amadebaşîya wan kar dike, ji bo welatî bi awayekî bilez û hêsan karibe sûdê ji xizmetguzarîyan bibîne.