Heleb-SANA
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkîninê ragihand ku toreke berfireh a gendelîyê di her du şaxên Sazîya Giştî ya Sîgorte û Xanenişînîyê û Sazîya Giştî ya Sîgorteyên Civakî de li Helebê eşkere kiriye.
Ev yek piştî karên pişkînînê yên li ser peymanên ku nirxê wan ji sê trîlyon lîreyên Sûrî yên kevn zêdetir bû, pêk hat.
Ev gendelî di qonaxa destpêkê de bûye sedema windakirina dahatên zêdetirî 90 milyar lîreyên kevn.
Desteyê piştrast kir ku wê dest bi rêkarên hesabpirsîna yasayî li dijî kesên ku destê wan di vî karî de hebû, kiriye.
Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê dîyar kir ku di çarçoveya hewldanên wê de ji bo parastina malê giştî û xurtkirina stûpakî û zelalîyê û wekî bersivekê ji bo gilî û gazinên welatîyan û li ser bingeha raporên çavdêrîyê yên berê; Serokê Desteyê Amir El-Elî, tevî Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb, Serokê Şaxa Desteyê li Helebê Ehmed Silêman, Parêzerê Giştî Dadwer Ehmed El-Mihemed û Alîkarê Fermandarê Ewlehîyê Eqîd Hesan El-Salih, serdaneke çavdêrîyê bo şaxên herdu sazîyan li parêzgehê pêk anîn.
Di vê serdanê de du komên vekolînê yên ku ji 33 karmendên pispor pêk dihatin beşdar bûn.
Hat dîyarkirin ku encamên serdanê bûn sedema eşkerekirina rastîyên gendelîyê di birêvebirina hejmarek ji karên sîgorte û xanenişînîyê de, di nav de sextekirina kartên mûçeyan û bikaranîna wan ji bo wergirtina mûçeyan ji bo kesên ku mafê wan tune ye, tevî wernegirtina lêçûnên darayî û sîgorteyê yên heqkirî di nav çend salan de.

