Waşington-SANA
Banka Navdewletî îro Înê ragihand ku Encumena Rêveberên Cîbicîkar li bankê, duh bexşîneke bi qasî 100 milyon dolarî ji Sazîya Geşepêdana Navneteweyî (IDA) pejirand, da ku piştgirîya Sûrîyê bike di avakirina bingehên sektoreke darayî ya nûjen, ewle û bi awayekî dîjîtal ve girêdayî.
Bankê di daxuyanîyekê de ku li ser malpera wê ya fermî hat weşandin got: “Projeya nûjenkirina sektora darayî li Sûrîyê dê piştgirîya veberhênanên ku miameleyên darayî ewletir, bileztir û zelaltir dikin, ligel amadekirina mercan ji bo baştirkirina gihîştina xizmetên darayî.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku sektora darayî li Sûrîyê hîn jî bi zehmetî û astengan re rû bi rû ye, ji wan; girêdayîbûna zêde bi diravê neqdî re, asta herî kêm a navbeynkarîya darayî û binesazîya kevn a diravdana dîjîtal.
Ev yek dibe sedema bilindbûna lêçûnên miameleyan, astengkirina gihîştina fînansekirinê û sînordarkirina ji nû ve girêdana Sûrîyê bi kanalên darayî yên navneteweyî re ku ji bo bazirganî û veberhênanê pêwîst in.
Li gorî Banka Navdewletî, armanca projeyê di dema pêkanînê de, çalakkirina pergalên bingehîn ên sektora darayî ye û salane hêsankirina herî kêm 15 milyon operasyonên diravdana elektronîkî ji bo takekesan.
Her wiha piştgirîkirina herî kêm 500 hezar kes û şirketan, ku di nav wan de 150 hezar jin hene, da ku diravdanên dîjîtal bi rêya pergalên ku proje piştgirîyê dide wan, bi rengekî bi bandor bi kar bînin.