Şam-SANA
Desteya Giştî ya Rêveberîya Metalên Giranbiha ya ser bi Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ya Sûrîyê ve, zêrker haydar kirin ku hin kes bi reqemên nenas bi navê wê di rêya peywendîyên telefonan re, xelkê dixapînin û pereyan dixwazin.
Desteyê di giştînameyeke xwe de, ku kopîyeke wê îro Çarşemê gihîşt SANAyê, zelal kir ku her zêrkerê ku peywendîyeke bi vî rengî wergire, divê yekser li ser hejmara 0938114499 ragihîne da ku wergirtina rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wî pêk were.