Şam-SANA
Banka Bazirganî ya Sûrîyê bang li bikarhênerên xwe kir ku rêkarên parastinê û ewlehîya sîberî xurt bikin ji bo parastina dane û malên xwe ji hewldanên xapandinê, û tekez kir ku ewlehîya sîberî xeta herî pêşîn a berevanîyê ye di rûbirûbûna metirsîyên elektronîkî de.
Bankê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê, îro Duşemê dîyar kir ku yek ji rênimayên herî berbiçav ên ku divê mirov bişopîne, ew e ku koda piştrastkirinê (OTP) ya ku bi peyameke (sms)ê tê, ligel tu kesî neyê parvekirin, her çiqas ku îdia bike ku ew karmendê bankê bi xwe ye jî, yan jî parvenenekirina her daneyeke darayî û kesane ligel her alîyekî ne cihê bawerîyê.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku nûkirina daneyên bankî tenê bi rêya amadebûna kesane li şaxên bankê pêk tê, ne bi rêya torên medyaya civakî yan sepanên danûstandinê.