Şam-SANA
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê giştînameyek weşand ku armanca wê yekkirina rêkarên kar di navbera daîreyên şirketan û sekreteryayên tomara bazirganî de li parêzgehên cuda ye. Ev gav ji bo hêsankirina karûbaran û birêxistinkirina armancên bazirganî yên şirketan hatiye avêtin.
Li gorî giştînameyê, tomarên bazirganî ku li bajarên pîşesazîyê hatine tomarkirin, dikarin çalakîyên bazirganî yên hevaheng ligel çalakîya xwe ya sereke lê zêde bikin, bi mercê ku di hundirê kargeh an sazîyê de nivîsgeheke îdarî hebe û ev yek ne li dijî qanûnên herêmên pîşesazîyê be.
Wezaretê tekez kir ku divê ji bo her guhertinekê di tomara bazirganî de daxwaznameyeke fermî were pêşkêşkirin. Her wiha heyama girêbestên kirê, veberhênan an deynkirinê bi salekê hat dîyarkirin, û divê dîrokên destpêk û dawîyê bi zelalî di belgeyan de dîyar bin.