Şam-SANA
Duh, roja yekşemê, çalakîyên Pêşangeha Erebî ya Navneteweyî bo Pîşesazîyên Xwarin û Pakêtkirinê (Food Expo 2026) di xola xwe ya 21ê de li Bajarê Pêşangehan li Şamê dest pê kirin.
Pêşangeha ku di bin çavdêrîya Wezareta Aborî û Pîşesazîyê de tê birêvebirin, wê heta 25ê vê meha Hezîranê berdewam bike. Di pêşangehê de, dê zêdetirî 300 şirketên herêmî, Erebî û navneteweyî beşdarîyê bikin. Ev yek bi mebesta danasîna berhemên xwarinê yên Sûrîyê, lêgerîna li derfetên veberhênanê, û bihêzkirina hevbeşîyan ji bo hilberîn zêde bibe û derfetên kar werin dabînkirin.
Pêşangeh pisporîyên berfireh li xwe digire mîna: Coreyên zeytê, berhemên ji hevîr çêdibin, dexlûdan, konserwe, berhemên şîr, şêranî, goşt, şerbet; her weha madeyên xam ên pîşesazîya xwarinê û amûr û meteryalên dagirtin û pakêtkirinê.









